Adil Evdilmehdî: Lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê yê pirsgirêkan dijwar bike
Nîsan 08, 2017 15:58 Asia/Tehran
Yek ji rêvebirên Civata Bilind a Islamî ya Iraqê û wezîrê berê yê nifta vî welatî got ku ``Lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê yê bibe sedema teqîna pirsgirêkan li vê herêmê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Adil Evdilmehdî pêkutî kir: Birêxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistanê tu pirsgirêkekê çareser nake belkî yê bibe sedema teqîna pirsgirêkan li vê deverê û kûrtirbûna gêreyan.
Wezîrê berê yê nifta Iraqê herwiha got: Pêwîst e kurd istiratêjîya xwe li ber çavan re derbas bikin ji ber ku mimkin e berovajî bendevarîya wan, dewsa pêşketinê tûşî paşdaçûnê bibin, tişta ku heta roja îro heta astekê bûye serketina wan, peywendîya ligel Bexdayê û welatên cînar bûye.