Sekinîna ser qanûna rakirina bi tenê ala Iraqê li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257908-sekinîna_ser_qanûna_rakirina_bi_tenê_ala_iraqê_li_kerkûkê
Rêberekî hevalbendiya dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê ragihand ku li gor pêşniyarqanûna vê dawiyê li parlemana Iraqê pêwîst e ku bi tenê ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê bê rakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2017 10:51 Asia/Tehran
  • Sekinîna ser qanûna rakirina bi tenê ala Iraqê li Kerkûkê

Rêberekî hevalbendiya dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê ragihand ku li gor pêşniyarqanûna vê dawiyê li parlemana Iraqê pêwîst e ku bi tenê ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê bê rakirin.

Li gor  rapora telivîzyona El-Teghîr a Iraqê, Muwefeq El-Rebiyî rêberekî hevalbendiya dewleta Qanûn duh îniyê ragihand ku çêbûna aloziyê li ser navçên kêşeliser ser qazanca Hewlêr û Bexdayê nîne û eva ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê jî li ser avahiyên îdarî yên Kerkûkê hatiye rakirin, kiryarekî neqanûnî ye.

Casim Muhemed Cefer nûnerê Tirkemanên Iraqê li parlemana vî welatî jî pêştir ragihandibû, eva ku parêzgarê Kerkûkê li ser avahiyên Kerkûkê li kêlega ala Iraqê ala Herêma Kurdistana Iraqê jî rakiriye, xebatek ji bo têkbirina ewlehiya vê parêzgehê da ye zanîn û gotibû, Kerkûk navenda hevaltiya Kurd, Ereb û Tirkemanane lê ev karê parêzgarê Kerkûkê vêxistina agirê fitneya mezhebî û etnîkî li parêzgeha Kerkûkê ye.

Civata Parêzgarîya Kerkûkê di 28`ê Adarê da dengê Erê da bilindkirina alaya Herêma Kurdistana Iraqê li rex alaya Iraqê li sazî û dezgehên hikûmetê li vê parêzgehê ku ev yeka bû sedema berteka dewleta Iraqê û tirkmenên Kerkûkê.