Azadkirina sê gundên din ji destê terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê
Hêzên iraqî sê gundên din li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Li gor rapora IRIB News`ê, Ebdul-Emîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê li daxûyaniya îro îniyê ragihand; Hêzên iraqî li dêwama pêşketinên xwe sê gundên din yên El-Rêyhaniye El-Cedîde, El-Rêyhaniye El-Qedîmehum û Qezîlve li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
, Ebdul-Emîr Yarullah destnîşan kir; Li van êrişan hêzên iraqî derbeyên giran li terorîstên DAIŞ`ê xistin û alaya Iraqê li ser avahiyên van sê gundan rakirin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.
Hêzên Iraqî operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji Cotmeha par despê kirin û piraniya vî bajarî azad kirine û hin nemaye ku vî şarî bitûn azad bikin.