Lihevkirina Ebadî û taxima kurdan ser cihanîna madeya 140`yê ya qanûna bingehîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257778-lihevkirina_ebadî_û_taxima_kurdan_ser_cihanîna_madeya_140_yê_ya_qanûna_bingehîn
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand: Heyder Ebadî li hevdîtina tev taxima Herêma Kurdistana Iraqê li bara çareserkirina berbendên ser riya cihanîna xala 140 a qanûna bingehîn lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2017 12:48 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Ebadî û taxima kurdan ser cihanîna madeya 140`yê ya qanûna bingehîn

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand: Heyder Ebadî li hevdîtina tev taxima Herêma Kurdistana Iraqê li bara çareserkirina berbendên ser riya cihanîna xala 140 a qanûna bingehîn lihev kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî hevdîtina tev taxima Herêam Kurdistana Iraqê diyar kir: Her her du aliyan li bara  meselên curbicur ên mîna  sekinîna ser gotûbêj û agirbesê, sekinîna ser xalên hevpar, berçavgirtina çarçêvên qanûna bingehîn  û qanûna ku yekperçetiya Iraqê û jiyana biaşitî navbera hemî grûpan û şerê li hember terorîzmê garantî dike û nahêle bikêşe pevçûnê, li hev kirine.

Her du aliyan her wiha li bara rakirina berbendên ser riya cihanîna  madeya 140`ê ya qanûna bingehîn ku li bara normalkirina  rewşê li bajarê niftzêm ê Kerkûkê ye lihev kirin û ser giringiya  pêkanîan zemînê jibo hejmartina nifûsê piştî azadkirina tam a Iraqê lihev kirin.

Li vê daxûayniyê hatiye: Ebadî û taxima Herêma Kurdistana  Iraqê ser giringiya  hewldana hevpar jibo dabînkirina berjewendiyên hemî gelê vî welatî jî tekez kirin.

Li gorî vê raporê, taximek ji Herêma Kurdistana Iraqê duh gihêşt Bexdayê û civînek tev Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê û Selîm Cibûrî serokê parlemana vî welatî jî lidar xist ku têde peywendiyên dualî û rewşa Kerkûkê hatin hilkolandin.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li civînekê ragihand: Kerkûk tenê bajarê kurdan nîne û divê hemî çîn û qatên vê parêzgehê bixwe li bara çarenivîsa wî biryarê bidin.