Lihevkirina Ebadî û taxima kurdan ser cihanîna madeya 140`yê ya qanûna bingehîn
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand: Heyder Ebadî li hevdîtina tev taxima Herêma Kurdistana Iraqê li bara çareserkirina berbendên ser riya cihanîna xala 140 a qanûna bingehîn lihev kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî hevdîtina tev taxima Herêam Kurdistana Iraqê diyar kir: Her her du aliyan li bara meselên curbicur ên mîna sekinîna ser gotûbêj û agirbesê, sekinîna ser xalên hevpar, berçavgirtina çarçêvên qanûna bingehîn û qanûna ku yekperçetiya Iraqê û jiyana biaşitî navbera hemî grûpan û şerê li hember terorîzmê garantî dike û nahêle bikêşe pevçûnê, li hev kirine.
Her du aliyan her wiha li bara rakirina berbendên ser riya cihanîna madeya 140`ê ya qanûna bingehîn ku li bara normalkirina rewşê li bajarê niftzêm ê Kerkûkê ye lihev kirin û ser giringiya pêkanîan zemînê jibo hejmartina nifûsê piştî azadkirina tam a Iraqê lihev kirin.
Li vê daxûayniyê hatiye: Ebadî û taxima Herêma Kurdistana Iraqê ser giringiya hewldana hevpar jibo dabînkirina berjewendiyên hemî gelê vî welatî jî tekez kirin.
Li gorî vê raporê, taximek ji Herêma Kurdistana Iraqê duh gihêşt Bexdayê û civînek tev Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê û Selîm Cibûrî serokê parlemana vî welatî jî lidar xist ku têde peywendiyên dualî û rewşa Kerkûkê hatin hilkolandin.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li civînekê ragihand: Kerkûk tenê bajarê kurdan nîne û divê hemî çîn û qatên vê parêzgehê bixwe li bara çarenivîsa wî biryarê bidin.