Dewama pêşdaçûna hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê
Hêzên artêş û seferberîya gelanî yên Iraqê li mêhwera rojavaya Mûsilê karîn gundê Sabûnîye û rawestgeha tirenê ya vê herêmê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî rapora kanala Al Mayadeen a Libnanê, hêzên iraqî li vê opêrasyonê jibo têkbirina berbendên ser rêka pêşdaçûna xwe nav gundê Sabûnîyê, tankên Abrames bikar anîn û hevgavê vê yekê helekopterên artêşê jî têrorîstên DAIŞ`ê yên ji meydanê direvîn kirin armanc û hemarek ji wan kuştin.
Piştî azadkirina gundê Sabûnîyê, têrorîstên DAIŞ`ê ku li gundê Rêyhanîyê nêzîkî çîyayê Etşanê bicih bibûn, hewl dan ku bi ketina nav vî gundî êrişî hêzên iraqî bikin lê, hêzên iraqî karîn hewldana wan bêencam bikin.
Di vî halî da, hêzên artêşa Iraqê bi alîkarîya balafirên cengê yên hêza hewayî, êrişî baregehên DAIŞ`ê li gundên Sellal û Komhebîbê li rojavaya şarê Mûsilê kirin ku di encamê da 30 DAIŞ`î hatin kuştinê.
Berî vîya jî Raid Şakir Cewdet serokê polîsên fêdêral ên Iraqê gotibû ku Evdilqadir Salih serkirdê hêzên taybet ên DAIŞ`ê û 30 kesên din di encama êrişa mûşekî ser çeperên DAIŞ`ê li devera Cisirxamisê li bajarê Mûsilê da hatin kuştinê.