Hejmara awareyên Mûsilê giheşte 430 hezar kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257706-hejmara_awareyên_mûsilê_giheşte_430_hezar_kesî
Wezîrê koçber û awareyên Iraqê îro ragihand ku ji destpêka opêrasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê va heta niha 430 hezar kes ji niştecihên vê parêzgehê aware bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2017 16:59 Asia/Tehran
  • Hejmara awareyên Mûsilê giheşte 430 hezar kesî

Wezîrê koçber û awareyên Iraqê îro ragihand ku ji destpêka opêrasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê va heta niha 430 hezar kes ji niştecihên vê parêzgehê aware bûne.

Casim Mihemed Caf li koma nûçegihanan got ku ev hejmara awareyan amara herîdawîyê mideha lidarxistina opêrasyonê da ye.

Wî herwiha got: Ji 430 hezar awareyên mûsilî, 235 hezar kes niştecihê beşa rojavaya şarê Mûsilê ne.

Caf bi gotina vîya ku jibo bicihkirina awareyan 16 hezar dayre sitargeh hatine berçavgirtinê, da zanîn ku 9 navend jibo pêşwazîya ji awareyan heta dema wegera wan bo malên xwe hatine kifşkirinê.

Wezîrê koçber û awareyên Iraqê herwiha da zanîn ku jibo wegera awareyan herîkêm 70 milyard dînarên iraqî (56 milyon dolar) dane sazîyên têkildar.

Niha hin kemp jibo bicihkirina awareyên Mûsilê li Hemam Elîl û Qîyarê hatine terxankirinê û di vî halî da gellek ji niştecihên rojhilata Mûsilê bi dû kutabûna opêrasyonê li vê pişkê zivirîne ser mal û jîyana xwe ya asayî.