Li Tikrîtê êrişa xwekujîyê, 31 kuştî û 40 birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257690-li_tikrîtê_êrişa_xwekujîyê_31_kuştî_û_40_birîndar_hene
Rayedarên ewlehî û nexweşxanan li Iraqê ragihandin ku di encama êrişên xwekujên koma têrorîst a DAIŞ`ê li şarê Tikrîtê da herîkêm 31 kes hatin kuştinê û 40 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2017 13:41 Asia/Tehran
  • Li Tikrîtê êrişa xwekujîyê, 31 kuştî û 40 birîndar hene

Rayedarên ewlehî û nexweşxanan li Iraqê ragihandin ku di encama êrişên xwekujên koma têrorîst a DAIŞ`ê li şarê Tikrîtê da herîkêm 31 kes hatin kuştinê û 40 kes jî birîndar bûn.

Xalid Mehmûd yek ji rayedarên polîs li Bexdayê ji ajansa nûçan a Reutersê re got ku êrişker nêzî 10 kes ji wan 2 xwekuj bûn ku yonîformên polîsan li xwe kiribûn û bi maşîna polîsan derbasî Tirkîtê bûn.

Tixtorekî nexweşxana Tirkîtê jî di vî warî da got: Cenazeyên herîkêm 31 kesan veguhestine nexweşxanê ku 14 cesed ên efserên polîs in.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê Seid Meinjî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên ewlehiyê 2 kesên xwekuj dema ku hewl dane êrişî ser hêzeke hawarhatinê li Taxa Zuhûr a bajarê Tikrîtê bikin, teqandine.

Mein ragihand ku niha rewş li bajarê Tikrîtê di kontrola hêzên ewlehiyê yên hikûmetê de ye û êrişa terorîstan hatiye şikandine.