Peydakirina gorneka komkî li nêzîkî mizgevtekê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257608-peydakirina_gorneka_komkî_li_nêzîkî_mizgevtekê_li_mûsilê
Rayedarekî ewlehiyê li polîsê parêzgeha Neynewayê, îro sêşemiyê ragihand, gorneka komkî ku ji meytên pirtîpirtîbûyî yên jin, zarok û ciwanan pêk hatiye li navenda Mûsilê peyda bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2017 13:28 Asia/Tehran
  • Peydakirina gorneka komkî li nêzîkî mizgevtekê li Mûsilê

Rayedarekî ewlehiyê li polîsê parêzgeha Neynewayê, îro sêşemiyê ragihand, gorneka komkî ku ji meytên pirtîpirtîbûyî yên jin, zarok û ciwanan pêk hatiye li navenda Mûsilê peyda bûye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) li gorî nivîsara rojnameya dernavçeyî ya El Quds el Erebî, Ustiwar Yûnis Zenûn, yek ji hêzên polîsê Neynewayê got: Hêzên polîsê federal dema paqijkirina taxên azadbûyî, gorneka komkî peyda kirin ku ji 24 meytên ku nasnameya wan nediyar e û pirtîpirtî bûne, pêk hatiye ku para zêde ya wan jin in.

Li ser wan meytana şûnê îşkencê tên dîtin. Ev meyt li nava mizgevta El Zehrayê li rojavaya Mûsilê peyda bûye.

Wî herwiha got: Hêzên ewlehiyê meyt ji mizgevtê derxistin; Li halekî ku tu nasnameyek li cem wan nebû.

Ev meyt wê radestî pizişkiya qanûnî ya li mêhwera başûrî ya hêzên polîsê fêdêral bibin.