NY: Hejmara awareyên Mûsilê zêde ji 300 hezar kesî ye
Nîsan 04, 2017 12:59 Asia/Tehran
Rêxistiya Neteweyên Yekgirtî (NY), îro sêşemiyê ragihand, ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ji meha Cotmehê va zêde ji 300 hezar kes ji Mûsilê revîne.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) ji zarê Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, nivîsgeha karûbarên mirovhezane ya NY li Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya NY texmîn dike niha hejmara awareyên Mûsilê 302 hezar û 400 kes be. Hêzên iraqî para zêde ya navçeyên Mûsilê ji destê DAIŞ`ê derxistin.
Di daxuyaniya NY de hatiye ragihandin: Çavlirê ye hejmareka zêdetir ji xelkê, ji pevçûnan birevin û kempên awareyan li bakûr û rojhilata Mûsilê berfireh bibin.