Alîkariya Hêzên gelanî yên Iraqê bo awareyên li rojavaya Mûsilê
Hêzên gelanî yên Iraqê hezar û şeşsed awareyên rojavaya Mûsilê bi hevkariya tîmên taybet ên karûbarên awareyên Rêxistiya Netewên Yekgirtî azad kirin û ewna birine kempên ewleh.
Li gorî rapora telivîzyona Al-Alamê, Îdareya ewlehiya hêzên gelanî yên Iraqê li daxûyaniya xwe ya îro sêşemê ragihand; Hêzên Heşdê Şeibî bi alîkariya tîmên taybet ên karûbarên awareyên Rêxistiya Neteên Yekgirtî hezar û şeşsed awareyên rojavaya Mûsilê ji navçe û gundên derûdor, ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirine û ew birine kempên awareyan li navça Hemam El-Elîl û kempa El-Cedie û alîkariyên mirovî jî gihandine wan.
Her li vê çarçûvê El-Ellamî fermandeyê tîpa 5 a polîsê navendî yê Iraqê jî nûçên belavbûyî li bara rawestandina operasiyona azadkirina pişka kevn a Mûsilê derew da zanîn û destnîşan kir; Hêzên eskerî yên Iraqê li navçên curbicur ên Mûsilê kolan bi kolan tev terorîstên DAIŞ`ê şerr dikin.
El-Ellamî ragihand ku DAIŞ xelkê wek Mertala Mirovî bi kar tîne û dest bi cinayetên zav dike; Lê hêzên artêşa Iraqê pê operasiyonên curbicur alîkariyan digihînin xelkê sivîl ê nav Mûsilê û mijûlî vekirina hin riyanin ji bo derxistina xelkê sivîl ji destê terorîstan in.