Operasiyona Mûsilê û biçekkirina artêşa Iraqê naveroka hevdîtina Ebadî û taxima amerîkî
Zava û mişêwirê serokkomarê Amerîkayê û serokerkantiya artêşa vî welatî li sefera xwe ya bo Bexdayê û hevdîtina tev Ebadî li bara alûgorên şerê dijî DAIŞ`ê gotûbêj kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê El-Meyadînê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh duşemê li nivîsgeha xwe li Bexdayê ji Card Koşnêr zava û mişêwirê Donald Trump serokkomarê Amerîkayê û Cozêf Danford serokerkantiya artêşa vî welatî pêşwazî kir.
Hatiye ragihandin ku li vê hevdîtinê du aliyan li bara şerê dijî DAIŞ`ê li Mûsilê, çawaniya piştevaniya hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîkayê ji Iraqê, perwedekirina hêzên iraqî û meseleya awareyan gotûbêj kirin.
Taxima amerîkî ser piştevaniya welatê xwe ji Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê destnîşan kir û ji şiyana cengî ya artêşa Iraqê û serketinên wan dijî DAIŞ`ê ecêb ma.
Eva ewil sefera Card Koşnêr zava û mişêwirê Trump bo derveyî Amerîkayê ye û hatiye ragihandin ku Koşnêr berî viya ku biçe Koşka Sipî tu çalakiyeke siyasî pêk neaniye.