Işkesta DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257580-işkesta_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê
Hêzên gelanî yên Iraqê şeva duşemê karîn pîşiya êrişa terorîstan ser gundê El-Hecefê li başûra Til Ebteyê li rojavaya Mûsilê bigrin û derbeyên giran li wan terorîstan xînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2017 10:22 Asia/Tehran
  • Işkesta DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê

Hêzên gelanî yên Iraqê şeva duşemê karîn pîşiya êrişa terorîstan ser gundê El-Hecefê li başûra Til Ebteyê li rojavaya Mûsilê bigrin û derbeyên giran li wan terorîstan xînin.

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alamê, Navenda ragihandina şêrr li nav Iraqê ragihand; Hêzên gelanî yên vî welatî şeva duşemiyê karîn pîşiya êrişa terorîstan ser gundê El-Hecefê li başûra Til Ebteyê li rojavaya Mûsilê bigrin û derbeyên giran li wan têrorîstan xînin û li gorî rapora berdest hemû terorîstên ku li vê navçeyê bûn jî hatine kuştin.

Li vî halî berdevkê fermandehiya operasiyona hevpar a azadkirina Mûsilê duh duşemiyê qala azadbûna sedî 60`ê pişka rojavaya Mûsilê ji destê têrorîstên DAIŞ`ê kir û got: Têrorîstên DAIŞ`ê li navçeyên din ên rojavaya Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî va hatine dorpêçkirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî hatien azadkirinê.