Heyder Ebadî: Koka nakokiyên Bexda-Riyazê kevn e
Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser vê yekê ku koka nakokiyên navbera Bexda-Riyazê kevn e û destnîşan kir; Gelê Iraqê li êrişên terorîstî yên nav welatê xwe Erebistanê sebebkar dizanin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev têlêvîziyona El-Meyadîna Lubnanê, bal kişande ser vê yekê kukoka nakokiyên navbera Bexda-Riyazê kevn e û ragihand; Para pirtir a êrişên terorîstî li nav axa Iraqê ji aliyê welatiyên Erebistanê cih hatine; loma xelkê vî welatî hertim Erebistanê sebebkarê van cure kiryarên terorîstî dizanin.
Serokwezîrê Iraqê herwisa bal kişande ser vê yekê ku hêzên amerîkî yên li Iraqê tenê li babeta êrişên hewayî û li ser erdê jî tenê bona perwedehiya hêzên iraqî û alîkariyên locistîkî dixebitin û destnîşan kir; Li sefera vê dûmahîkê ya wî bo Waşîngtonê, wî tu rêketinnameyek tev karbidestên amerîkî îmza nekir.
Heyder Ebadî li bara peywendiyên Iraqê tev Tirkiyê jî got: Hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Tirkiyê berbenda serekeser riya berfirehbûna peywendiyên navbera Bexda û Enqerê ye.
Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku niha hêzên artêşa Iraqê navça Beşîqê li bakûra Mûsilê dorpêç kirine ragihand û hebûna hêzên eskerî yên Tirkiyê li vê navçê ``Dagîrkerî`` da zanîn.
Tirkiyê li dawiya sala 2015`an bi sedan eskerên xwe bêyî îzna dewleta Iraqê şandine pêgeha Beşîqê li parêzgeha Mûsilê û çaxê ku rastî neyariya Bexdayê hat, îdia kir ku vî welatî bona perwerdekirina hêzên Pêşmerge û şêrê dijî terorîstan eskerên xwe şandine vê navçê.
Dewleta Iraqê heta niha ew karê Tirkiyê wek binpêkirina hakimiyeta axa xwe daye zanîn û karbidestên Iraqê heta niha bicaran ji dewleta Tirkiyê xwestine ku eskerên xwe ji Beşîqê derxîne lê Enqerê ev daxwaza Bexdayê cih neaniye.