Zavayê Trump hevrê digel serokê erkantiya hevpar a artêşa Amerîkayê çû Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257540-zavayê_trump_hevrê_digel_serokê_erkantiya_hevpar_a_artêşa_amerîkayê_çû_iraqê
Koşnêr, zavayê Donald Trump serokomarê Amerîkayê hevrê digel jênêral Cozêf Danford serokê erkantiya hevpar a artêşa vî welatî roja duşemiyê ji bo nirxandina rewşa Iraqê û hevdîtina digel rayedarên vî welatî gihîştin Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2017 15:57 Asia/Tehran
  • Zavayê Trump hevrê digel serokê erkantiya hevpar a artêşa Amerîkayê çû Iraqê

Koşnêr, zavayê Donald Trump serokomarê Amerîkayê hevrê digel jênêral Cozêf Danford serokê erkantiya hevpar a artêşa vî welatî roja duşemiyê ji bo nirxandina rewşa Iraqê û hevdîtina digel rayedarên vî welatî gihîştin Bexdayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, eva yekem seredana Koşnêrê 36 salî ji Iraqê ye ku ji bilî posta rawêjkarê nêzik ê Trump, berpirsiyariyên cûrbicûr li warê siyaseta navxweyî û derveyî ya Amerîkayê ji wan Rojhilata Navînê girtiye ustiyê xwe.

Pêştir kanala CBS`ê ji zarê rayedarekî derecebilind ê dewleta Amerîkayê ragihadibû ku armanca Koşnêr a vê seferê nirxandina rewşa Iraqê û ragihandina piştgiriya Waşîngtonê ji dewleta Iraqê ye.

Reuters`ê jî ragihand: Cozêf Danford ji Koşnêr û Tam Bozêrt rawêjkarê ewlehiya navxweyî ya Koşka Sipî xwestiye ku hevrê digel wî herin Iraqê.

Hin mêdyayan roja yekşemiyê qala gihîştina Koşnêr û Danford bo Iraqê kiribûn; Lê ewna îro anku duşemiyê hevrê digel komeke bişûk a nûçegihanan ji wan nûçegihanê Reuters`ê, gihîştin vî welatî.

Amerîkayê sala 2011`an çekdarên xwe ji Iraqê derxistin; Lê sala 2014`an û piştî damezirandina DAIŞ`ê careke din ewna şandine Iraqê; Bi awayekî ku niha derdora pênc hezar çekdarên amerîkî li vî welatî ne.

Eva li halekî ye ku Heyder Ebadî serokowezîr û hin rayedarên Iraqê xwestine ku hejmara hêzên çekdar ên Amerîkayê li Iraqê kêm bibe.