Pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi navenda beşa rojavayiya Mûsilê
Artêşa Iraqê di dewama opêrasiyona azadkirina Mûsilê ber bi navenda beşa rojavayiya vî bajarî da li halê pêşdaçûnê ye.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê her wiha li halê pêşdaçûna ber bi navenda beşa rojavayiya Mûsilê ne û niha hemî peywendiyên DAIŞ`ê di navbera beşa rojavayiya Mûsilê û navçeya Til Eferê hatine qutkirin.
Li gorî nûçeyeke din, pevçûna navbera artêşa Iraqê û DAIŞ`ê li derdora werzişgeha Mûsilê didome û Heşdê Şeibî jî ragihand ku ji sedî 70`ê (Heftî) armancên opêrasiyonê serê xwe girtine.
Hevdem digel pêşdaçûna hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê û qewimîna pevçûnên giran di navebra wan û DAIŞ`ê li derdora werzişgeha vî bajarî, fermandetiya Heşdê Şeibî ragihand ku niha li taxa Reis El Cadeyê di navbera hêzên iraqî û DAIŞ`ê pevçûn derketiye. Kolanên teng û taxên qerebalix û xweveşartina têrorîstan li nav rûniştiyên li vê navçeyê rê nade hêzên iraqî zêde pêşda biçin.
Li gorî nûçeyeke din, têrorîstên DAIŞ`ê pêşnimêjê mizgefteke Mûsilê îdam kirin; Ji ber ku ew li hemberî dayîna hikmê îdamê li dijî hejmareke hemwelatiyên xwe sekinîbû.
Her wiha hat ragihandin ku meytên 20 jin û zarokan ku ji aliyê DAIŞ`ê va hatine îdamkirin, li başûrê Mûsilê hatin dîtin.