Derdora ji sedî 60`ê rojavaya Mûsilê hatiye azadkirin
Berdevkê fermandetiya opêrasiyona hevpar a azadkirina Mûsilê ragihand: Hêzên ewlehiyê ji sedî 60`ê (şêst) beşa rojavayiya Mûsilê azad kirne û têrorîstên DAIŞ`ê li cihên mayî yên beşa rojavayî jî hatine dorpêçkirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya kanala têlêvîziyoniya El Iraqiyê, sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandetiya opêarsiyona hevpar a Mûsilê, ragihand: Niha şerr li navenda beşa rojavayiya Mûsilê didome û zêde ji sedî 50`ê (pêncî) van deveran ji bin dagirkeriya têrorîstan hatiye azadkirin û taxên mayî jî tam hatine dorpêçkirin.
Li gorî nûçeyeke din, rayedarekî ewlehiyê ragihand: DAIŞ`ê hejmarek ji guleavêjên xwe yên jin ku ser bi Tabûra El Xunesayê ya têrorîst in, li ser avahiyên bilind li rojavaya Mûsilê bi cih kirine da ku pêşdaçûna hêzên iraqî tûşî nakokiyê bînin.
Vî rayedarê ewlehiyê her wiha got: ``Eva yek ji şêwazên DAIŞ`ê ye ku bi dehan welatiyên sivîl li nav malan kom dike û li ser wan avahiyan çekdarên jin bi cih dike ku dema gulleavêtina ber bi wan, welatiyên asayî jî bikevin ber êrîşê. Ziyanên canî yên ku li şerê azadkirina aliyê rast ê Mûsilê li DAIŞ`ê ketine, ev koma têrorîst ku gellek ji gulleavêjên wê yên mêr bi taybet ``Ebu Hefes El Şîşanî`` hatine kuştin, neçar kiriye ku jinan bîne meydanê.
Hêzên iraqî di roja 19`ê Sibata 2017`an da opêrasiyona azadkirina beşa rojavayiya vî bajarî dest pê kirin.