Hişyariya serokwezîrê Iraqê li bara plana giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê
Serokwezîrê Iraqê li bara hewldana Herêma Kurdistana Iraqê jibo lidarxistina giştpirsiya serxwebûnê hişyarî da.
Li gorî rapora Press TV`yê, Heyder Ebadî her cure cidakirina Kurdistanê ser zirara kurdên vî welatî da zanîn û ser yekperçetiya erdê Iraqê tekez kir.
Ebadî bal kişand ser gotinên Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bara lidarxistina bi zûtirkê ya giştpirsiya serxwebûnê li vê herêmê û ji rêberên kurd xwest ku karekî nekin ku rayedarên vî welatî bikevin şermê.
Pêştir Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iarqê li hevdîtina Antonyo Gotêrêş sekreterê giştî yê Rêxistian NY li Hewlêrê gotibû: Jibo cîhan ser biryara kurdan li bara pêşeroja xwe agehdar bibe dê di pêşeroje nêzîk de giştpirsiya sexwebûnê li dar xînin.
Partiya Demokarata Kurdistana Iarqê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li bara pêkanîna komîteyekê jibo kivşkirina bernama lidarxistina giştpirsiyê li hev kirin.
Îbrahîm Kalîn berdevkê serokkomarê Tirkiyê jî ragihand plana giştpirsiya serbixwebûnê ji aliyê Barzanî va kiryareke şaş da zanîn.