Azadkirina zêde ji sedî 70yê Mûsila Iraqê ji lepên DAIŞê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257466-azadkirina_zêde_ji_sedî_70yê_mûsila_iraqê_ji_lepên_daiŞê
Fermandeyekî hêzên gelaniye Iraqê(Heşdê Şebî) ragihand ku zêde ji sedî 70yê beşa rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatiye azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2017 04:40 Asia/Tehran
  • Azadkirina zêde ji sedî 70yê  Mûsila Iraqê ji lepên DAIŞê

Fermandeyekî hêzên gelaniye Iraqê(Heşdê Şebî) ragihand ku zêde ji sedî 70yê beşa rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatiye azadkirin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Someriye Newsa Iraqê Kerîm El-Xaqanî ji fermandên  Heşdê Şebî diyar kir: Jibo azadkirina Mûsilê li parêzgeha Neynewayê di navbera hêzên Heşdê Şebî û hêzên çekdar ên Iraqê hevdengiya tam û tekûz heye.

 Kerîm El-Xaqanî tekez kir  tevî ku terorîstên DAIŞê xelkê sivîl weke mertala însanî bi kar tînin lê hlêzên iraqî li hemî qonaxên azadkirina  Mûsilê, canê xelkê welatiyan û xelkê sivîl parastine.

  Mûsil ji Hezîrana 2014an ve  ketiye bin kontrola grûpa terorîstî ya DAIŞê. Operasyona azadkirina  Mûsilê jî ji Cotmeha 2016`an destpê bû û beşa rojhilata  vî bajarî niha  di bin kontrola hêzên iraqî de ye. Operasyona  azadkirina  rojava vî welatî ji ji Sibata 2017an  destpê bûye.

 Li gor nûçeyeek din ji Iraqê Sputnikê îro ragihand: Hêzên iraqî Ebûbkr El-Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê dorpêç kirine.

 Tê gotin Ebûbekr Bexddaî li bajarê Teleferê)navbera Mûsilê heya sînorê Sûriyê)xwe veşartiye.