Rexnekirina kuştina gelê Mûsilê bi bombeyên hişmend ên hevalbendiya emerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257426-rexnekirina_kuştina_gelê_mûsilê_bi_bombeyên_hişmend_ên_hevalbendiya_emerîkî
Rûsiye bi rxenekirina Emerîkayê ji ber kuştina xelkê Mûsilê, li bara kuştina xelkê vî bajarî bi bombeyên hişmend ê hevalbendiya emerîkî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2017 13:33 Asia/Tehran
  • Rexnekirina  kuştina gelê Mûsilê bi bombeyên hişmend  ên hevalbendiya emerîkî

Rûsiye bi rxenekirina Emerîkayê ji ber kuştina xelkê Mûsilê, li bara kuştina xelkê vî bajarî bi bombeyên hişmend ê hevalbendiya emerîkî agahî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, general Îgor Konaşênkov berdevkê wezareta  bervaniyê ya Rûsiyê îro got : Gotinên  berdevkê wezareta berevaniyê ya Emerîkayê , Pêntagonê li bara hegerên  qurbanîbûna hejmarek ji xelkê Mûsilê li bimbebarana balefirên emerîkî nîşana asta  plan û bernameyên  operasyona  hewayî ya  hevalbendiya  emerîkî li Iraqê de ye ku ji ber bombeyên nasiyar bi bombeyên hişmend, hejamrek zêde ji xelkê xwecî qurbanî dibin.

 Di eynî demê de, kanala  dudiyan a televîzyona  dewletî ya  Rûsiyê îro ragihand: Li encama  êrişên hewayî yên hevalbendiya  emerîkî ser  navçên xelknişîn ên bajarên Iraq, Sûiyê ji Tebaxa sala 2014`an  heya niha, 396 kesan canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Rûs bi caran bombebarana navçên xelknişîn  ên van du welatan  bitaybet bajarê Mûsila Iraqê li mehên buhurî ji aliyê hevalbendiya  emerîkî rexne kirine  û daxwaza kutakirina  van êrişên  cinayetkarane  kirine.

  Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî  vê dawiyê bal kişand ser bombebarana berfireh a cihên  xelknişîn ên  Mûsilê ji aliyê balefirên emerîkî û daxwaza civîna destxwe ya Konseya Ewlehiyê ya NY jibo hilkolandina  dewama tevkujiya xelkê vî bajarî kir.