El-Ebadî: Terorîzm berbenda ser riya cihanîna reforman li Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257414-el_ebadî_terorîzm_berbenda_ser_riya_cihanîna_reforman_li_iraqê_ye
Serokwezîrê Iraqê, li civîna enerjiyê ya Iraqê li Bexdayê got: Şerê li hemebr terorîzmê li du salên buhurî, derfeta cihanîna reformên berfireh ji dewletê istandiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2017 12:02 Asia/Tehran
  • El-Ebadî: Terorîzm berbenda ser riya cihanîna  reforman li Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê, li civîna enerjiyê ya Iraqê li Bexdayê got: Şerê li hemebr terorîzmê li du salên buhurî, derfeta cihanîna reformên berfireh ji dewletê istandiye.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna du rojî ya enerjiyê li Bexdayê ku têde Muhemed Barkîndo sekreterê giştî yê OPEC`ê jî beşdar bibû bal kişand ser gendeliya îdarî û brokrasiya  li Iraqê û got: Zirar û ziyana  îdarî û aborî kêmtir ji zirara terorîzmê nîne.

El-Ebadî rola Iraqê li OPEC`ê, bingehîn û kêrhatî da zanîn û got: Iraq  ser hemî bernemyên  xebitandina sermayê ku hilêxistine , disekine.

 Serokwezîrê Iraqê, çavkaniyên xwezayî yên nift û gazê weke serwetên neteweyî yên Iraqê da zanîn û got: Mixabin piraniya   heyîtî û serwetên hanê ji ber şêr û qeyranên  aborî û niha  ji ber şerê li hember terorîzmê ji nav çûne.

 Li gorî gotina  El-Ebadî, derhatên  Iraqê pêka 2013`an  ji ber daketina  cîhanî ya buhaya niftê, sedî 30 kêm  bû.

 Civîna enerjiyê ya Iraqê li sala 2017`an  bi armanca  hilkolandina  pêşeroja  aborî ya Iraqê û  prespektîva  pêşeya niftê ya vî welatî hatiye lidarxistinê.