Nefermaniya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji biryara Parlemana Iraqê
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji biryara parlemana Iraqê derheq redkirina bilindkirina alaya Herêma kurduistana Iarqê li Kerkûkê nefermanî kir
li plana ku li civîna duh şemiyê ya parlemana Iraqê hat pejirandin, tenê alaya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dê were bilindkirin û alaya Herêma kurdistana Iraqê li vê parêzgehê were daxistin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku ew spasiya hemû fraksiyonên Kurdistanî dikin, ku piştgirî dane biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.
Talebanî got, "Em biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina Alaya herêma Kurdistanê bi cih nayinin. Ji ber ku li gorî biryara Dadgeha Federal a ji bo wan herêmên xwediyên biryara xwe ne, em dikarin vê biryarê bi cih neyinin."
Rêbiwar Talebanî diyar kir ku li gorî xala 115an a destûra bingehîn heq dide parêzgehan ku karibin ji bo xwe biryarên taybet bigirin û got, "Her wiha li gorî xala 140an a destûrê jî Kerkûk herêma bi kêşe ye û ji bo vê yekê jî dikare her alayên Iraqê û herêma Kurdistanê hilbigire."
Tê zanîn ku Parlemana Iraqê roja 1ê Nisanê biryar dabû ku Alaya herêma Kurdistanê ya li Kerkûkê hat hilgirtin, were daxistin.
Li gorî gotina çavkaniyeke parlemanî partiyên kurdistanî piştî devojeniya tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê jibo bilindkirina alaya Herêam kurdistana vî welatî li Kerkûkê , civîna parlemanê terikandin.