Şexsê di pila dudiyan ê DAIŞ`ê li rojava Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257374-Şexsê_di_pila_dudiyan_ê_daiŞ_ê_li_rojava_iraqê_hat_kuştin
Şexsê di pila dudiyan ê DAIŞê tev du serkirdên pilebilind ên vê grûpê li encama operasyona hêza hewayî ya artêşa Iraqê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2017 03:59 Asia/Tehran
  • Şexsê di pila dudiyan ê DAIŞ`ê li rojava Iraqê hat kuştin

Şexsê di pila dudiyan ê DAIŞê tev du serkirdên pilebilind ên vê grûpê li encama operasyona hêza hewayî ya artêşa Iraqê hatin kuştin.

  Li gorî rapora Someriye newsê, Yekîna  îstixbarat eskerî ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand: Eyad Hamid El-Cemîlî navdêr bi Ebûyehya wezîrê qaşo şêr û kesê herî giring piştî Ebûbekr Bexdadî li encama êrişa hewayî ya roja şemiyê ya artêşa Iraqê li bajarê El-Qaimê li rojava  parêzgeha  Enbarê hatiye kuştin.

 Li gorî vê raporê, operasyona  hewayî ya artêşa Iraqê her wiha  bû sedema  kuştina Tirkî Cemal El-Delîmî, nasiya bi Ebûhacer berpirsê çiqa eskerî ya DAIŞÊ û Salim  Muzefer El-Ecemî nasiyar bi Ebûxetab berpirsê îdarî yê vê grûpa terorîstî.  Grûpa terorîstî ya DAIŞê li sala 2014an  bi piştgiriyên  aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojava û  ereb ên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên bakur û rojava yên vî welatî dagir kiriye û gelek cinayet kirine.

 Hêêzn hevpar ên iraqî lê niha di riya jinavbirina DAIŞê de pêngavan radikin û grûpa terorîstî ya DAIŞê di meqera xwe ya dawiyê li Iraqê yanê Mûsilê hatiye dorpêçkirin.