Parlemana Iraqê: Divê tenê Ala Iraqê li Kerkûkê were rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257360-parlemana_iraqê_divê_tenê_ala_iraqê_li_kerkûkê_were_rakirin
Parlemanterên Iraqê qanûnek pesind kirin ku divê bi tenê ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê were rakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 14:28 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê: Divê tenê Ala Iraqê li Kerkûkê were rakirin

Parlemanterên Iraqê qanûnek pesind kirin ku divê bi tenê ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê were rakirin.

Ajansa Nûçeyan a Buratha ragihand ku berpirsek li parlemana Iraqê diyar kir ku parlemanterên Iraqê li rûniştina xwe ya îro qanûnek pejirandin ku li gor wê bi tenê divê ala Iraqê li parêzgeha Kerkûkê were rakirin û ala Kurdistanê li vê parêzgehê neyê hildan.

Piraniya parlemanterên Iraqê herwiha li vê qanûna xwe de pesind kirine ku bi tenê dewleta navendî ya Iraqê heqê xwe heye dest dayîne ser nifta Iraqê û wê bifiroşe ne grûpên din.

Li gor vê nûçeyê parlêemanterên kurd piştî devûjeniya tev serokê parlemana Iraqê Selîm El-Cebûrî terka parlemanê dan û li dengdayînê beşdar nebûn.

Konseya Parêzgeha Kerkûkê roja 28 Adarê bi piraniya dengan pejirandibû ku bila ala Herêma Kurdistana Iraqê jî li kêleka Ala Iraqê li dayire û navendên parêzgeha Kerkûkê were rakirin.