Kuştina 150 terorîstên DAIŞê li Telefera Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257354-kuştina_150_terorîstên_daiŞê_li_telefera_iraqê
Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku herîkêm 150 terorîstên DAIŞê li bajarê Teleferê li rojava Mûsilê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 13:56 Asia/Tehran
  • Kuştina 150 terorîstên DAIŞê li Telefera Iraqê

Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku herîkêm 150 terorîstên DAIŞê li bajarê Teleferê li rojava Mûsilê hatine kuştin.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand: Herîkêm 150 terorîstên DAIŞê li encama êrişên  hewayî yên roja şemiyê yên artêşa Iraqê ser meqerên wan li bajarê El-Beacê li başûrê rojava Telefrê hatin kuştin.

 Berdevkê hevalbendiya  navneteweyî  ya qaşo li dijî DAIŞ`ê jî ragihand: Hejmara terorîstan li destpêka  êrişa ser rojava Mûsilê li nîva sibatê zêdetir ji 2 hezar kes bû ku niha  kêmtir ji 1000 kesî ye. 

 her wiha li gorî rapora malpera Sumeriye Newsê, Henîn  El-Qedo endamê komîsyona  koçberî û awareyên parlemana Iraqê hişyarî da: Ger pêvajoya azadkirina rojava Mûsilê heya beriya  gihêştina  mehên  gerim (Tîrmeh û Hezîranê) nekemile ev navçeya dê rastî karesata jîngehê û tendrustiyê were .

 Nunerê parlemana Iraqê daxwaza plan û bernama  stratejîk ji aliyê wezareta tendrustiyê û wezaretxaneyên Iraqê jibo rawestana li ber pirsgirêkên  muheteml têkildarê rewşa tendrustiyê yên awareyan li Mûsilê û  terxankirina bûdcê li vî warê kir.

 Hêzên iraqî li Cotmeha sala 2016`an  operasyona  azadkirian Mûsilê ji lepên DAIŞê destpê kirin û dawiya Çilla îsal, beşa rojhilata vî bajarî azad bû.