Ebadî: Em destê ku bixwaze Heşda Şebî wêda bide qut dikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî cardin piştgiriya tam a dewletê ji hêzên Heşda Şebî eagihand û got: Em destê ku bixwaze Heşda Şebî wêda bide qut dikin.
Li gor rapora IRIB Newsê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li merasima Roja Şehîd li Iraqê de li axivtina xwe ya li Bexdayê derheq reşkirina romet û şerefa hêzên gelanî (Heşda Şebî) û berçavnegirtina zehmetiyên wan hişyarî da û got: Em ê li hemberî kesên ku îhaneta li van hêzana bike bi cidî bisekinin.
Ebadî got: Heşda Şebî û hêzên gelanî li şerê li dij DAIŞ`ê roleke girîng û kêrhatî lîstine, lê hin kes dixebitin heq û mafê van hêzana bêxin bin piyê xwe ku em vê yekê tamul nakin.
Ebadî got: Iraq ti caran venagere ser dewrana etnîk û firqexwaziyê û Heşda Şebî nûnera gişt çşn û qatên Iraqê ye û ew li gor fetweya merceyiyeta olî li ber terorîstan rabûn û sîlah rakirin û ew li dû ti meqam û postekê nînin.
Serokwezîrê Iraqê desnîşan kir, ew kesên ku hewldidin cinayetên terorîstên DAIŞ`ê werin jibîrkirin nagihêjin ti encamekê û got: Hejmara endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê jî her diçe kêm dibe.
Ebadî got: Tekfîrî û terorîstan û bichmayiyên bessî dixebitîn rê li ber pêkhatina Iraqa Nû bigirin, lê Iraq her diçe bi hêz dibe û nahêle ku ew li Iraqê de bi deshilat bibin.
Heşda Şebî piştî ku bajarê Mûsilê li 10 Hezîrana 2014 kete destê terorîstên DAIŞ`ê ser daxwaz û fetwaya merceyiyeta îiye ya Iraqê pêk hat û hebûna wan li kêleka hêzên artêş û ewlehya Iraqê hêz û qaweta wan çend beranber bû.