Vegeriyana sedî 25ê awareyên Mûsilê bo malên xwe
Wezareta koçberên Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku hevgavê damezrandina aramî û ewlehiyê li piraniya navçên parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê, sedî 25 awareyên Mûsilê vegeriyane malên xwe.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, wezareta koçberên Iraqê li vê daxûyaniyê got ku heya niha sedî 45 ê awareyên iraqî vegeriyane parêzgeh an bajarên xwe.
Li gorî gotina Casim Caf, wezîrê koçberan, Antonyo Gotêrrêş, sekreterê giştî yê NY jî daxwaza hewldana zêdetir a civaka cîhanî jibo alîkariya bo awareyên Mûsilê kiriye.
Sekreterê giştî yê NY pênşemiya buhurî, 30 Adara 2017`an gihêşt Bexdayê û tev berpirsên iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.
Antonyo Gotêrrêş duh îniyê, 31 Adarê jî seredana kempa awareyan a Hesen Şamê li rojhilata Mûsilê kir û ji nêzîk ve ser hal û rewşa awareyan agehdar bû.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li Hezîrana sala 2014`an hin beşên bakur û rojava Iraqê dagir kir û bû sedema bêewlehiya l vî welatî.
Bicihbûna DAIŞ`ê û cinayetên vê grûpa terorîstî li Iraqê bi milyinan welatiyên iraqî ji mal û warê wan aware kiriye.