Vegeriyana sedî 25ê awareyên Mûsilê bo malên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257338-vegeriyana_sedî_25ê_awareyên_mûsilê_bo_malên_xwe
Wezareta koçberên Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku hevgavê damezrandina aramî û ewlehiyê li piraniya navçên parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê, sedî 25 awareyên Mûsilê vegeriyane malên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 11:32 Asia/Tehran
  • Vegeriyana  sedî 25ê awareyên Mûsilê bo malên xwe

Wezareta koçberên Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku hevgavê damezrandina aramî û ewlehiyê li piraniya navçên parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê, sedî 25 awareyên Mûsilê vegeriyane malên xwe.

 Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, wezareta koçberên Iraqê li vê daxûyaniyê got ku heya niha  sedî 45 ê awareyên iraqî vegeriyane  parêzgeh an bajarên xwe.

Li gorî gotina Casim Caf, wezîrê koçberan, Antonyo Gotêrrêş, sekreterê giştî yê NY jî daxwaza hewldana zêdetir a civaka cîhanî jibo alîkariya bo awareyên Mûsilê kiriye.

 Sekreterê giştî yê NY pênşemiya buhurî, 30 Adara 2017`an  gihêşt Bexdayê û tev berpirsên iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.

Antonyo Gotêrrêş duh îniyê, 31 Adarê jî seredana kempa awareyan a Hesen Şamê li rojhilata Mûsilê kir û ji nêzîk ve  ser hal û rewşa  awareyan  agehdar bû.

 Grûpa terorîstî ya DAIŞê li Hezîrana  sala 2014`an  hin beşên  bakur û rojava Iraqê  dagir kir û bû sedema bêewlehiya l vî welatî.

Bicihbûna   DAIŞ`ê û cinayetên  vê grûpa terorîstî li Iraqê bi milyinan welatiyên iraqî ji mal û warê wan aware kiriye.