Seyd Emar Hekîm daxawaza guherîna nizama siyasî ya Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257310-seyd_emar_hekîm_daxawaza_guherîna_nizama_siyasî_ya_iraqê_kir
Serokê meclisa bilind a Îslamî û hevalbendiya neteweyî ya Iraqê ku firaksiyona herî mezin a li parlemana vî welatî pêk tîne, roja îniyê di helwesteke nû û bêmînak, daxawaza guherîna nizama siyasî ya welatê xwe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 05:34 Asia/Tehran
  • Seyd Emar Hekîm daxawaza guherîna  nizama siyasî ya Iraqê kir

Serokê meclisa bilind a Îslamî û hevalbendiya neteweyî ya Iraqê ku firaksiyona herî mezin a li parlemana vî welatî pêk tîne, roja îniyê di helwesteke nû û bêmînak, daxawaza guherîna nizama siyasî ya welatê xwe kir.

  Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Emar Hekîm li salroja şehadeta ayetullah Muhemed Baqir Hekîm, rêberê feqîd ê meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê ku di Iraqê de weke  roja şehîdan hatiye binavkirinê, daxawaz guherîna  nizama siyasî ya vî welatî ji sîstema Beşdariya Neteweyî bo  sîstema ``Piranî û Kêmîna Neteweyî`` kir.

 Emar Hekîm ser vê bawerê ye ku  li nizama  li gor  piranî û kêmîna neteweyî, hevrikiya  her du aliyan jibo gîhandina  xizmetên  baştir bo gel e.

 Hekîm got : Di vê nizamê de, gel kesên ku dixwezin rêveberiya welêt bikin bixwe hildibjêrin.

 Hekîm  her wiha plana  aşitiya neteweyî tenê riya çareserkirina  pirsgirêkên Iraqê da aznîn û got : Ger grûpên siyasî aşitiyê qebûl nekin, dê yekperçetiya Iarqê bikeve ber gefan.

 Li mersima roja şehîdan ku bi awayekî hevgav li 15 parzêgehên Iarqê hat li darxistin, bi dehan hezar kes ji alîgirên  meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê beşdar bibûn.