Seyd Emar Hekîm daxawaza guherîna nizama siyasî ya Iraqê kir
Serokê meclisa bilind a Îslamî û hevalbendiya neteweyî ya Iraqê ku firaksiyona herî mezin a li parlemana vî welatî pêk tîne, roja îniyê di helwesteke nû û bêmînak, daxawaza guherîna nizama siyasî ya welatê xwe kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Emar Hekîm li salroja şehadeta ayetullah Muhemed Baqir Hekîm, rêberê feqîd ê meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê ku di Iraqê de weke roja şehîdan hatiye binavkirinê, daxawaz guherîna nizama siyasî ya vî welatî ji sîstema Beşdariya Neteweyî bo sîstema ``Piranî û Kêmîna Neteweyî`` kir.
Emar Hekîm ser vê bawerê ye ku li nizama li gor piranî û kêmîna neteweyî, hevrikiya her du aliyan jibo gîhandina xizmetên baştir bo gel e.
Hekîm got : Di vê nizamê de, gel kesên ku dixwezin rêveberiya welêt bikin bixwe hildibjêrin.
Hekîm her wiha plana aşitiya neteweyî tenê riya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê da aznîn û got : Ger grûpên siyasî aşitiyê qebûl nekin, dê yekperçetiya Iarqê bikeve ber gefan.
Li mersima roja şehîdan ku bi awayekî hevgav li 15 parzêgehên Iarqê hat li darxistin, bi dehan hezar kes ji alîgirên meclisa bilind a Îslamî ya Iraqê beşdar bibûn.