Beşar Ceferî: Jinêv`5 bêyî bersiva pêşniyarên Sûriyê dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257288-beşar_ceferî_jinêv_5_bêyî_bersiva_pêşniyarên_sûriyê_dawî_bû
Serokê taxima şandî ya dewleta Sûriyê bo muzakirên Jinêvê diyar kir: Gerra pêncan a gotûbêjên jxinêvê li halekê dawî bû ku me ti bersivek ji taximên din li bara pêşniyar û pirsên taxima sûrî wernegirt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 03:40 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî: Jinêv`5 bêyî bersiva pêşniyarên Sûriyê dawî bû

Serokê taxima şandî ya dewleta Sûriyê bo muzakirên Jinêvê diyar kir: Gerra pêncan a gotûbêjên jxinêvê li halekê dawî bû ku me ti bersivek ji taximên din li bara pêşniyar û pirsên taxima sûrî wernegirt.

  Li gorî rapora SANA Newsê, Beşar Ceferî roja îniyê li dawiya dewra pêncan a gotûbêjên Jinêvê her wiha got : Eva ne meseleyeke  nû û ecêb e ji ber ku  ewna ne li dû rawestana li ber terorîzmê û rêşareya siaysî ne.

 Nunerê herdem ê Sûriyê li Rêxistian NY destnîşan kir: Taxima  neyarên çekdar ên sûrî tenê li dû tiştekê ye û ew jî radestkirina kirîla Sûriyê bo wan e.

 Serokê taxima muzakirekirê dewleta Sûriyê got : Ji ber ku taxima neyarên sûrî amûrê destan û kirêgirtiyên  alîgirên  xwe ne çawa ku li vê civînê nîşan dan ti fermanek xêncî piştgiriya ji terorîzmê wernegirtine.

 Beşar Ceferî her wiha destnîşan kir: Pêşeroja Sûriyê, tenê gelê Sûriyê bixwe kivş dikin ne Emerîka  an her welatekî din. Muzakirên Jinêv`5 ê jibo çareserkirina  qeyrana  Sûriyê, îniyê şevê piştî 9 rojan gotûbêjên dualî yên nunerê Ny bi beşdarên van muzakiran re bi civîna  rojnamevaniyê ya Îstefan Dê Mîstora, nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê bi dawî bû.

Grûpên terorîst ji sala 2011 bi palpiştiya curbicur ya rojava, hin ji welatên erebî û Tirkiyê destdirêjiya ser axa Sûriyê kirin û gelek ji xelkê bê gunehe Sûriyê kuştin yan jî birîndar kirin.Ji ber van cinayetên terorîstan hejmareke  zêde  ji xelkê Sûriyê jî aware bûne.