Xwenîşandana alîgirên Sedrê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257286-xwenîşandana_alîgirên_sedrê_li_bexdayê
Alîgirên Muqteda Sedr, rêberê tevgera Sedrê roja înê li nav teybîrên ewlehiyê yên giran li meydana El-Tehrîra Bexdayê xwenîşandan birê xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 03:39 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana  alîgirên Sedrê li Bexdayê

Alîgirên Muqteda Sedr, rêberê tevgera Sedrê roja înê li nav teybîrên ewlehiyê yên giran li meydana El-Tehrîra Bexdayê xwenîşandan birê xistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Bi sedan kes ji alîgirên Muqteda Sedr mîna hefteya buhurî daxwaza pejirandina  qanûna nû ya hilbijartinê û guherîna  rêveberiya  komîsyona  bilind a hilbijartinên  Iraqê ku berpirsê lidarxistina  hilbijartian vî welatî ye, kirin.

 Xwenîşanderan her wiha ser pêwîstiya rawestana li ber gendeliyê û wêdedanîna mufsidan ji wezaretxaneyan û dayirên dewletî  sekinîn.