Despêbûna lêkolînên dozgeriya Belçîkayê ser êrişên hewayî li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257280-despêbûna_lêkolînên_dozgeriya_belçîkayê_ser_êrişên_hewayî_li_mûsilê
Dozgeriya Belçîkayê ser êrişên hewayî yên vî welatî li Mûsilê li bakûra Iraqê lêkolînên xwe dan despêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2017 16:02 Asia/Tehran
  • Despêbûna lêkolînên dozgeriya Belçîkayê ser êrişên hewayî li Mûsilê

Dozgeriya Belçîkayê ser êrişên hewayî yên vî welatî li Mûsilê li bakûra Iraqê lêkolînên xwe dan despêkirin.

AFP ragihand ku berdevkê Dozgeriya Fedral a Belçîkayê  Eric Van Der Sypt îro ragihand ku dozgeriya vî welatî li bara beşdarbûna balafirên Belçîkayê li operasiyona ser Mûsil ya li bin fermandariya Amerîkayê ku bûye sedem gelek kesên sivîl werin kuştin lêkolînên xwe dane despêkirin.

Li êrişên hewayî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dij DAIŞ`ê ser Mûsilê li rojên 13 û 17 Adarê 230 kesên sivîl ku piranî jin û zarok bûn hatine kuştin. Fermandariya vê hevpeymaniyê li destê Amerîkayê û Belçîka jî endameke wê ye.

Generalê amerîkî Stephen Townsend roja sêşewmê îtiraf kir ku di encama êrişên hewayî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dij DAIŞ`ê ser Mûsilê gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.