Hevkariya Rûsya û Iraqê ser şerê li dij terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257278-hevkariya_rûsya_û_iraqê_ser_şerê_li_dij_terorîstan
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand ku ev welata amade ye bi Iraqê re ser şerê li dij terorîstan hevkariyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2017 15:49 Asia/Tehran
  • Hevkariya Rûsya û Iraqê ser şerê li dij terorîstan

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand ku ev welata amade ye bi Iraqê re ser şerê li dij terorîstan hevkariyê bike.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov duh got ku Rûsya li şerê li dij terorîzmê li Iraqê ne tenê li warê hevahengiya ser operasiyona li dij terorîzmê hevkariya IRaqê dike belkî li warê dayîna sîlahan bo vî welatî û perwerdehiya hêzan jî alîkariyê dide vî welatî.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi sekinîna ser şerê cidî li dij terorîzmê û azadiya lezgîn a Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê got: Moskow li warê îstibaratî jî alîkariya iraqiyan dike.

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê û pêşmergeyên Kurdistana vî welatî li van rojên dawiyê li şerê li dij DAIŞ`ê li Mûsilê serkevtinên berbiçav bi dest xistine.