Pevçûnên giran li derdora mizgevta El-Nûrî ya Mûsilê
Çavkaniyên erebî ragihandin ku êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser navçên derdora mizgevta cami` a El-Nûriyê li rojava Mûsilê li bakurê Iraqê işkest xwariye.
Li gorî rapora El-Meyadînê, hêzên iraqî roja pênşemiyê êrişa DAIŞê ji navça rojava mizgevta Cami` ya El-Nûriyê li beşa kevnare ya Mûsilê ber bi werzişgeha vî bajarî bêencam kirin.
Hêzên iraqî gihêştine nêzîkî mizgevta El-Nûriyê û pevçûnên giran li derdora vê mizgevtê qewimînîne.
Li gorî vê raporê, hêzên iraqî duh bi pêşdeçûna ber bi navça Hewş El-Xanê li rojava Mûsilê serketinên giring bi dest xistine û li şeqamên Qazî û Neynewayê nêzîk bûne.
Bajarê Mûsilê wek duwem bajarê mezin ê Iraqê ji destpêka Hezîrana 2014`an ve di bin kontroal DAIŞê de ye. Beşa rojhilata vî bajarî payîza buhurî hat azadkirin û hêzên iraqî li 19 Sibata 2017an operasyona azadkirina beşa rojava vî bajarî estpê kirine.
Fermandehiya operasyona Bexdayê îro ragihand: Li encama teqîna tankêreke bombekirî li ber deriyê başûrî yê Bexdayê , herîkêm 14 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.