Sekreterê giştî yê Rêxistina NY gihêşt Hewlêrê
Sekreterê giştî yê Rêxistina NY piştî dawîbûna hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên iraqî li Bexdayê, sefera Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Li gorî rapora Kurdpressê, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres gihêşte Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Felah Mustefa Resûl berpirsê peywendiyên biyanî û Kerîm Sincarî wezîrê karên hundir ên herêmê ve pêşwazî lê hate kirin.
Biryar e Guterres piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serdana kampên koçberan bike û ji nêzîk ve agahdarî rewş û jiyana koçberan bibe.
Antonio Guterres di destpêka 2017an ve wek Sekreterê Giştî yê NY dest bi kar kir, berê jî Serokwezîrê Portugal bû. Ji sala 2005 û heta 2015an jî Komîserê Bilind yê Koçberan ya NY bû.