Tekezkirina Ebadî ser nêzîkbûna dema jinavçûyîna DAIŞê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257190-tekezkirina_ebadî_ser_nêzîkbûna_dema_jinavçûyîna_daiŞê_li_iraqê
Serokwezîrê Iraqê ser nêzîkbûna dema jinvaçûyîna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2017 14:39 Asia/Tehran
  • Tekezkirina  Ebadî ser nêzîkbûna  dema jinavçûyîna  DAIŞê li Iraqê

Serokwezîrê Iraqê ser nêzîkbûna dema jinvaçûyîna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî tekez kir.

 li gorî rapora televîzyona  El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pênşemiyê li gotûbêja telefonî tev Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bal kuişand ser serketinên  artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li dijî DAIŞ`ê û got: Hêzên iraqî berdewam li hember DAIŞê bi ser dikevin.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha  ser giringiya  dewama piştgiriyên  navneteweyî ji Iraqê jibo rawestana li ber terorîzmê sekinî.

  Serokkomarê Iraqê jî li vê peywendiya telefonî bal kişand ser vê yekê ku hevkariyên  navbera Iarq û Emerîkayê bitaybet li warê leşkirî divê bidome û li xwe mukir hat: Wêrektî û ferastea gelê Iraqê ecêb û balkêş e û DAIŞê dê li vî welatî wê ji nav here.

 Eva li halekê ye ku hevalbendiya  emerîkî  ya qaşo li dijî terorîzmê di pratîkê de bûye trimbêla kuştina  xelkê û hêzên  artêşê li Sûriye û Iraqê û kiryarên wê qeliştên  cidî li pêvajoya  rawestana li ber terorîzmê pêk anîne.

 Rêxistina Efûya  Navneteweyî roja sêşemiya buhurî li raporekê tevî dilgiraniya li bara hejmara  kuştiyên sivîl li Mûsilê ragihand: 237 kes li encama  êrişên hewayî yên hevalbendiya  bi serkirdetiya  Emerîkayê ser devereke di bin kontroal DAIŞ`ê li rojava  Mûsilê canê xwe ji dest dan.