Tekezkirina Ebadî ser nêzîkbûna dema jinavçûyîna DAIŞê li Iraqê
Serokwezîrê Iraqê ser nêzîkbûna dema jinvaçûyîna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî tekez kir.
li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pênşemiyê li gotûbêja telefonî tev Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bal kuişand ser serketinên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li dijî DAIŞ`ê û got: Hêzên iraqî berdewam li hember DAIŞê bi ser dikevin.
Serokwezîrê Iraqê her wiha ser giringiya dewama piştgiriyên navneteweyî ji Iraqê jibo rawestana li ber terorîzmê sekinî.
Serokkomarê Iraqê jî li vê peywendiya telefonî bal kişand ser vê yekê ku hevkariyên navbera Iarq û Emerîkayê bitaybet li warê leşkirî divê bidome û li xwe mukir hat: Wêrektî û ferastea gelê Iraqê ecêb û balkêş e û DAIŞê dê li vî welatî wê ji nav here.
Eva li halekê ye ku hevalbendiya emerîkî ya qaşo li dijî terorîzmê di pratîkê de bûye trimbêla kuştina xelkê û hêzên artêşê li Sûriye û Iraqê û kiryarên wê qeliştên cidî li pêvajoya rawestana li ber terorîzmê pêk anîne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî roja sêşemiya buhurî li raporekê tevî dilgiraniya li bara hejmara kuştiyên sivîl li Mûsilê ragihand: 237 kes li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê ser devereke di bin kontroal DAIŞ`ê li rojava Mûsilê canê xwe ji dest dan.