Papa Francis: Bila NY ser bombebarankirina Mûsilê lêkolînê bike
Rêberê katolîkên cîhanê xwest ku bila Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li bara hejmara kuştiyên sivîl ên ji ber bombebaranên hewayî li Mûsilê lêkolînê bike.
Ajansa Mehr Newsê ya Îranê ragihand ku rêberê katolîkên cîhanê Papa Francis duh pêşewaziya lêkolînên NY derheq hejmara kuştiyên sivîl ji ber bombebaranên balafirên amerîkî ser bajarê Mûsilê kir û parastina canê welatiyên sivîl ên Iraqê pêdivî da zanîn.
Piştî ku Amerîkayê îtiraf kir muhtemel e li bombebaranên roja 17 Adarê yên ser Mûsilê xelkê sivîl hatibin kuştinê,rêberê katolîkên cîhanê xwest ku bila NY ser vê bombebaranê lêkolînê bike.
Xelkê bajarê Mûsilê dibêjin ku balafirên Amerîkayê li rojên 13 û 17 Adarê çend taxên xelknişîn bombebarn kirin û gelek kesên sivîl kuştin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku di encama bombebarên hanê gelek kesên sivîl hatine kuştin.
Hewldanên Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dij DAIŞ`ê ku Amerîka serkêşiya wê dike li pratîkê de bûne sedema kuştina xelkê sivîl û leşkeriyên Iraq û Sûriyê û bi vî awayî ev hevpeymaniya bûye berbendeke cidî li hemberî têkçûna grûpên terorîstî li van du welatan.