Sekreterê giştî yê NY gihêşt Iraqê
Sekreterê giştî yê Rêxtina Netewên Yekgirtî (NY) li sefereke nişkêveyî gihêşt Iraqê.
Li gorî rapora IRNA`yê, António Guterres (Antonyo Gutêrêş), sekreterê giştî yê NY îro pêncşemiyê dema gihêşt Bexdayê li rûpela xwe ya di Twîterê de armanca sefera xwe agehdariya ser rewşa însanî ya awreyên vî welatî ragihand û tekez kir ku parastina canê xelkê sivîl di her rewşê de,dê ji me re bibe karê sereke.
Sekreterê giştê yê NY li bara seredana muhtemel a ji kempên awareyan li bakurê Iraqê û hevdîtinên muhtemel tev berpirsên iraqî tiştek nexist rojevê.
António Guterres duh li civîna rayedarên welatên erebî li paytexta Urdinê ser pêwîstiya parastina canê xelkê sivîl li şêr û penadayîna bo awareyan û raberkirina alîkariyên zêdetir bo wan sekinîbû.
28 `mîn civîna rayedarên Yekitiya ereban çarşemiyê şevê li Urdinê karê xwe bi dawî anî.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfire ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kiriye û cinayetên zav kirine. Ji hîngê ve heya niha hêzên iraqî piraniya navçên dagirbûyî azad kirine.