Rûsiye û Iraq hevkariyên li dijî terorîzmê berfireh dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i257098-rûsiye_û_iraq_hevkariyên_li_dijî_terorîzmê_berfireh_dikin
Wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê li bara muzakirên wezîrê karên derve yê vî welatî û nunerê serokkomarê Rûsiyê li bara riyên berfirehkirina hevkariyan di çarçova berjewendiyên her du welatan ji wan rawestana li ber terorîzmê û alugurên vê dawiyê yên navçê û cîhanê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2017 14:41 Asia/Tehran
  • Rûsiye û Iraq hevkariyên  li dijî terorîzmê berfireh dikin

Wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê li bara muzakirên wezîrê karên derve yê vî welatî û nunerê serokkomarê Rûsiyê li bara riyên berfirehkirina hevkariyan di çarçova berjewendiyên her du welatan ji wan rawestana li ber terorîzmê û alugurên vê dawiyê yên navçê û cîhanê agahî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Wai`ê, wezareta karên derve ya Iraqê li vê daxûyaniyê tekez kir: Mîxayîl Bogdanov nunerê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên  Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê li hevdîtina roja  çarşemiyê ya xwe tev Îbrahîm  Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li kêleka  civîna rayedarên ereb li Behr El-Meyitê ya Urdinê gotiye: Iraq dikare  baweriya xwe li  Rûsiyê ku vî welatî jî hevpeymana  xwe yê stratejîk li Rojhilata navîn dizane ,bîne.

 Wezîrê karên derve yê Iraqê jî li vê hevdîtinê got : iraqî erdên xwe ji kontrola terorîstên DAIŞê derdixînin û Rûsiye dikare  piştî jinavbirina DAIŞê roleke giring  li avedankirina jêrxan û binavahiyên bajarên Iraqê bilîze. 

  Îbrahîm Ceferî her wiha diyar kir: Iraq wek welatekî zengîn ku rastî pirsgirêkên ewlehiyê, aboriyê û kêmkirina  buhaya niftê û xercên  şerê li hember terorîzmê hatiye, çavrê ye welatên dost jibo avedankirina  bajêran û vegeriyana  awareyan  destekê bidin wê.

 28 mîn civîna  rayedarên  Yekitiya Ereban li saya  pirsgirêkên siaysî li anvça  Behr El-Meyitê ya Urdinê li halê li darxistinê ye.