Amerîka eskerên nû dişîne Iraqê
Karbidestekî fermî yê wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku artêşa vî welatî bona alîkariya bo hêzên iraqî li şerê dijî DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê 200 hetanî 300 eskerên nû ji tîpa hêzên hewayî dê bişîne Iraqê.
Serheng Cozêf Skiroka berdevkê operasiyona amerîkî ya ser navê ``Înhêrt Rîzalo`` li gotûbêja xwe ya duh duşemê tev telivîzyona IBC`yê got: Niha 1700 hêzên hewayî yên Amerîkayê li Iraqê û Kuwêyîtê ne û armanca şandina hêzên nû bo Iraqê alîkariya hêzên iraqî bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ`ê li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan e.
Pêştir hin nûçe belav bûn ku hêtimal heye Amerîka nîzikî 1000 hêzên din ên eskerî bişîne Iraqê.
Obama serokkomarê berê yê Amerîkayê li sala 2014`an neyariya xwe tev şandina 10 hezar hêzên vî welatî ragihand.
Hîn jî nêzikî 6 hezar hêzên eskerî yên Amerîkayê li Iraqê ne.
Ji aliyê din ve li gorî raporên belavbûyî nêzikî 900 hêzên taybet ên artêşa Amerîkayê li nav axa Sûriyê ne.