Nêynewa wek parêzgeheke şerlêketî hat ragihandin
Konseya parêzgariya Nêynewayê ev parêzgeh wek parêzgehek şerlêketî da zanîn û ji serokwezîrê Iraqê xwest ku bi awayê rasterast çavdêriya li ser opêrasiyona rojavaya Mûsilê bike.
Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Russia Today`ya Erebî, Konseya parêzgariya Nêynewayê roja duşemiyê deng da şerlêketîbûna vê parêzgehê û ji Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê xwest ku çavdêriya rasterast li ser opêrasiyona rojavaya Mûsilê bike da ku rê li ber dubarebûna cinayetên cengî li beşa nû ya Mûsilê bê girtin.
Konseya Parêzgariya Nêynewayê bi damezirandina civînekê li navçeya Başîqê li rojhilata Mûsilê bi daxûyaniyekê pêgirî kir ku hejmara awareyan li rojavaya Mûsilê gihîştiye derdora nîv miliyon kesî û tevî nebûna îmkan û xizmetên pêwîst ji bo alîkariya awareyan, ev hejmar li halê zêdebûnê ye.
Li gorî vê daxûyaniyê, hejmara qurbaniyên welatiyên asayî zêde bûye û gellek ziyan li binavahî, pire, projeyên av û elektrîkê, mal û beşên din ketine.
Artêşa Amerîkayê tevî mukurhatina li bara kuştina welatiyên asayî ji ber êrîşên hewayî yên hevpeymaniya di bin serokatiya vî welatî li rojavaya Mûsilê, ragihand ku li bara vê kuştinê ku Iraqê ew wek `Karesata Însanî` daye zanîn, lêkolînê dike.
Li gorî raporan, li van êrîşên hewayî zêde ji 100 welatiyên asayî jiyana xwe ji dest dane; Amara ku ji ber dewama şer û pevçûnan li rojavaya Mûsilê bi awayê fermî nikare bê hilkolandin û piştrastkirinê.