Bendava Badoşê li rojavaya Mûsilê hat azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256900-bendava_badoşê_li_rojavaya_mûsilê_hat_azadkirin
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, hêzên iraqî bendava Badoşê li rojavaya Mûsilê azad kirin.
(last modified 2024-10-09T14:05:49+00:00 )
Adar 27, 2017 02:46 Asia/Tehran
  • Bendava Badoşê li rojavaya Mûsilê hat azadkirin

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, hêzên iraqî bendava Badoşê li rojavaya Mûsilê azad kirin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, serleşker Ebdul Emîr Yarellah femandeyê opêrasiyona azadkirina Mûsilê ragihand: Yekîneya heştem a siwareya zirêhî ya artêşa Iraqê berêvariya yekşemiyê Bendava Badoşê ji bin kontrola têrorîstan azad kirin.

Fermandeyê opêrasiyona azadkirina Mûsilê her wiha ragihand: Karistana Sîmana Badoşê, taxên El Erûbe, Wadî El Eyn û Recem El Hedîdê her wiha taxa pêşeyî ya beşa rojavaya Mûsilê  hatine azadkirin.

Zêde ji sedî 60`ê navçeyên rojavaya Mûsilê hatine azadkirn û niha zêdetir azadkirina beşa qedîmî ya bajêr armanc e.

Azadkirina beşa qedîmî ya bajêr ji ber hebûna çeteyên DAIŞ`ê û kombûna welatiyên asayî li wir ku DAIŞ wan wek mertala zindî bi kar tîne, xwedana girîngiyeke taybet e.