Îterafa Amerîkayê bi dewama kuştina xelkê sivîl li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256898-Îterafa_amerîkayê_bi_dewama_kuştina_xelkê_sivîl_li_iraqê
Bingehên nûçeyan ên rojavayî ragihandin ku artêşa Amerîkayê kuştina xelkê sivîl li bajarê Mûsilê li bakûra Iraqê qebûl kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2017 15:38 Asia/Tehran
  • Îterafa Amerîkayê bi dewama kuştina xelkê sivîl li Iraqê

Bingehên nûçeyan ên rojavayî ragihandin ku artêşa Amerîkayê kuştina xelkê sivîl li bajarê Mûsilê li bakûra Iraqê qebûl kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Firansayê, navenda qumandihiya artêşa Amerîkayê ragihand ku li êrişa firokên şêrr ên vî welatî ser rojavaya Mûsilê bi dehan welatiyên sivîl ên iraqî hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê dinve vê navenda qumandihiya artêşa Amerîka bona xalifandina raya giştî ya xelkê cîhanê ragihandiye ku firokên şêrr ên Amerîkayê ser daxwaza hêzên iraqî  navçên rojavaya Mûsilê bombebaran kirine.

Eva li halekî ye ku bingehên nûçan qala zêdebûna hejmara kuştiyên êrişa hewayî ya firokên şêrr ên Amerîkayê ser rojavaya Mûsilê xeber dane.

Li gorî axir rapora belavbûyî li bara cinayeta Amerîkayê li rojavaya Mûsilê li vê êrişa firokên amerîkî 263 welatiyên iraqî hatine kuştin.

Xelkê Mûsilê ragihandine ku firokên şêrr ên Amerîkayê li 13 û 17 Adarê êrişî ser malên xelkê li rojavaya Mûsilê kirine ku ji ber vê cinayeta firokên şêrr ên Amerîkayê gelek kes bûne qurbanî.

Bingehên nûçan ragihandine ku ji ber êrişa firokên şêrr ên Amerîkayê ser axa Iraqê heta niha bi hezaran kes ji xelkê sivîl hatine kuştin ku li raporan ev kuştina berfireh a xelkê sivîl li nav Iraqê wek kuştina kesên ku li derûdorê hatine kuştin û gelek jî girîng nînin tê zanîn.

Artêşa Amerîkayê du mehan berî niha îteraf kiribû ku ji ber êrişên şaş ên firokên şêrr ên hevalbendiya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya vî welatî li nav axa Sûriyê û Iraqê nîzikî 100 kesên sivîl hatine kuştin.

Eva li halekî ye ku wezareta berevaniya Rûsiyayê li raporeke xwe ragihandiye, ji ber êrişa firokên hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîkayê ser axa Sûriyê û Iraqê nêzikî 1000 kesên sivîl hatine kuştin.

Gelek ji çavdêrên siyasî bawer in ku cinayetên Amerîkayê li nav axa Sûriye û Iraqê ku bi mehneya şerê dijî terorîzmê cih tên, gelekî bi şik û guman in û wisa nîşan dide ku Amerîka li van welatan bi dû hedef û armancên xwe yên bi xerez e.

Pê berçavgirtina zîncîrerûdawên ku li nav axa Iraqê diqewimin û liv û tevgera Amerîkayê li nav axa Iraqê, mirov pê dihese ku Amerîkayê hedef û armancek xîncî bihêzkirina terorîstan li nav axa Iraqê tune û mehneyên wekî şaşitiyên ku jê nav tê birin ku tê gotin ji ber van şaşitiyan xelkê sivîl bûne hedef, hemû bona veşartina cinayetên artêşa Amerîkayê li nav axa Iraqê ne û Amerîka bona ku raya giştî ya xelkê cîhanê li hemberî van cinayetan bixalifîne îdia dike ku artêşa Iraqê gotiye ku firokên şêrr ên vî welatî êrişî ser navçên rojavaya Mûsilê ku xelkê sivîl bûne, biken.

Li gorî nêhrîna karzanên siyasî, hemû cinayetên ku Amerîkayê li rojavaya Mûsilê cih anîne û êrişî ser malên xelkê sivîl kiriye, bi palpiştiya terorîstan bûye û hema firokên şêrr ên artêşa Amerîkayê bi hedef û armanc ew navçe kirine hedefa êrişên xwe.

Bona îspata vê gotinê, pêwîst e îşareyî vê yekê bê kirin ku ji ber îmkanên eskerî, amêrên şêrr û teknolojiya gelek pêşketî ku li destê artêşa Amerîkayê ye û em dibînin ku artêşa Amerîkayê bi xwe gellek li bara vê teknolojiya pêşketî propagandayê dike, eva karekî sade û hêsan e ku firokên şêrr ên Amerîkayê bikaribin ciyê veşartina terorîstan li rojavaya Mûsilê kifş bikin û pê vê teknolojiyê hêtimala şaşitiya hedefgirtina malên xelkê sivîl li dewsa pêgehên terorîstan tune.

Ji aliyê dinve niha ku artêşa Amerîka nekariye bi dirustî hedef û armanca xwe li rojavaya Mûsilê kifş bike û li dewsa terorîstan, gelek ji xelkê sivîle Iraqê kiriye, hedef, bi her niyetekê ku pêk hatibe, nîşana nekarayiya artêşa Amerîkayê ye û bibaşî nîşan dide ku hemû teblîq û propagandeyên artêşa Amerîkayê bona amadebûna li hemberî terorîstan, derew  e; Helbet ev cure nekarayiya artêşa Amerîkayê li şerê dijî terorîstan dibe sebeb ku hejmareke zêde ya xelkê wekî yên rojavaya Mûsilê bibin qurbaniyê vê lawaziya artêşa Amerîkayê.

Helbet mînakên zav hene ku nîşana lawaziya qudreta eskerî ya hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka li nav axa Iraqê ye, wekî kuştina xwendekarên medreseyekê li Mûsilê, êrişa ser rêûrisma dawetekê li navça Daqûqa Kerkûkê ku bû sebeba kuştina 25 kesan ku ji wan 15 jin bûn,ku helbet li bara van cinayetên hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka Rêxistiya Netewên Yekgirtî bêdeng ma.

Bi wateyekî din hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîkayê bûye erebeyek bona kuştina xelkê û hêzên artêşa welatên Sûriyê û Iraqê û bi rastî ku nekarayiya wan bûye sebeb manê û berbendên micid li şerê dijî terorîstan li welatên wekî Sûriyê û Iraqê çêbibe.

Alûgorên vê dûmahîkê li nav axa Iraqê û serketinên zav ên artêş û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstan ku bûye sebeb gelek ji axa dagîrbûyî ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê va bê azadkirin, bûye sebeb ku terorîstên DAIŞ`ê û piştevanên wan rastî bêhêvitiyê bibin; Loma niha ku wan işkestên giran xwarine, dil hene ji xelkê sivîl tola xwe hildin ta ku bi curekê işkestên xwe li nav axa Iraqê veşêrin .