Serketina hêzên ewlehiyê yên Iraqê li bakurê rojavaya Mûsilê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê Karistana Sîmana Badûşê li bakurê rojavaya Mûsilê azad kirin û ala Iraqê li ser wê daleqandin.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Al Someria News`a Iraqê, Ebdul Emîr Reşîd Yarellah fermandeyê opêrasiyona `Nêynewa Em Tên`, bi daxûyaniyekê ragihand: Yekîneyên leşkera nehem a zirêhî, karistana Sîmana Badûşê bi tamî azad kirin û ziyanên giran ên canî û leşkerî li têrorîstan xistin.
Fermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê jî rawestandina opêrasiyonê li Mûsilê derew zanî û li ser dewama opêrasiyonê li navçeya `Recem El Hedîd` û derdorên wê pêgirî kir.
Fermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê her wiha ragihand: Li opêrasiyona azadkirina beşa rojavayiya Mûsilê ji ber lihevaliyayîbûna şêrr taktîk û şêwazên nû tên bikaranîn û rewşa hewayê li Mûsilê bûye sebeb ku opêrasiyon li vê deverê hêdî pêşda here.
Li gorî nûçeyek din ji Iraqê, çeteyên têrorîst berêvariya roja yekşemiyê êrîşeke xwekujiyê li bazara Nebî Yûnisê li rojhilata Mûsilê pêk anîn ku di encamê da çend kes hatin kuştin û hejamrek jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê jî ragiahndin ku têrorîstan bi topên hawanê êrîşî ser vê bazarê kirine.