Heyder Ebadî: Em nahêlin mafê hêzên gelanî yên Iraqê were binpêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256842-heyder_ebadî_em_nahêlin_mafê_hêzên_gelanî_yên_iraqê_were_binpêkirin
Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev qumandeyên Heşdê Şeibî got: Em nahêlin mafê hêzên gelanî yên Iraqê were binpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2017 05:53 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: Em nahêlin mafê hêzên gelanî yên Iraqê were binpêkirin

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev qumandeyên Heşdê Şeibî got: Em nahêlin mafê hêzên gelanî yên Iraqê were binpêkirin.

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev qumandeyên Heşda Şeibî bal kişande ser viya ku karbidestên vî welatî îznê nadin xurtên iraqî tehrîk bibin û bikevine nav grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê û got: Îdî li nav Iraqê terorîstên wekî DAIŞ`ê nikarin hêz û qawetê peyda bikin.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir; Niha ku terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraqê rastî işkestê hatine, hinek dixwazin Iraqê parve bikin lê ev liv û tevgera jî dê rastî işkestê were û xelkê Iraqê ji her wexteke din zêdetir bi hevrane û hevgirtina xwe diparêzin.