36 werlatiyên kurd ên iraqî bûn goriyên cinayeta nû ya DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256812-36_werlatiyên_kurd_ên_iraqî_bûn_goriyên_cinayeta_nû_ya_daiŞ_ê
Koma têrorîst a DAIŞ`ê li cinayeteke teze 36 welatiyên kurd ên iraqî kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2017 12:10 Asia/Tehran
  • 36 werlatiyên kurd ên iraqî bûn goriyên cinayeta nû ya DAIŞ`ê

Koma têrorîst a DAIŞ`ê li cinayeteke teze 36 welatiyên kurd ên iraqî kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li cinayeteke teze li beşa rojavayiya Mûsilê tenê qîma xwe bi behrewergirtina welatiyên sivîl wek mertala mirovî neanî; Belki 36 welatiyên asayî ku dil hebûn ber bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê va birevin, kuştin.

Li ser esasa raporan, koma têrorîst a DAIŞ`ê niha welatiyên asayî li beşa rojavayîya Mûsilê bi taybet beşa qedîmî ya bajêr wek Mertala Mirovî li hemberî pêşdaçûna hêzên iraqî dîl girtine û ji wan xwestiye ku hemî amor û kelûpelên xwe birijînin nav kûçe û kolanan da ku bi vê rêkê rê li ber pêşdaçûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê bigirin.

Berpirsê karên însanî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê jî ragihand ku têrorîstên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê welatioyên sivîl wek Mertala Mirovî bi kar tînin.