Kuştina 37 têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256798-kuştina_37_têrorîstên_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê
Di encama opêrasyona hêzên iraqî li navenda teleferê li rojavaya Mûsilê da, hejmarek têrorîst hatin kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2017 10:45 Asia/Tehran
  • Kuştina 37 têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê

Di encama opêrasyona hêzên iraqî li navenda teleferê li rojavaya Mûsilê da, hejmarek têrorîst hatin kuştinê.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, hêzên iraqî êrişî koma têrorîstên DAIŞ`ê li navenda Teleferê kirin ku di encamê da 37 têrorîstên vê komê hatin kuştinê.

Hêzên hevpar ên iraqî herwiha karîn pirranîya fermandaqrên DAIŞ`ê bikujin û meqerên fermandetîya serke yên têrorîstan û kargehên çêkirina madeyên teqandinê û depoyên rext û sîlehan bêxin destê xwe.

Sipehbod Emîr Yarulah fermandaeyê opêrasyona azadkirina Nêynewayê ragihand: Hêzên têkoşîna li hemberî têrorîsmê du taxên Yabisat û Erûbê azad kirin û nêzîkî taxên Metaxin û Al-Abarê li rojavaya Mûsilê bûne.

Hêzên artêş û hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê jî bi awayekî berbiçav li rojava û bakûra perravê rojavaya Mûsilê pêşda çûn û karîn pirranîya gund û deverên derdora perravê rojavaya Mûsilê azad bikin.

Ji hêla din ve, 17 sivîlên ku hewl didan ji taxa 17`ê Temûzê li perravê rojavaya Mûsilê birevin, bi destê têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Têrorîstên DAIŞ`ê sivîlan wekî mertala insanî bikar tînin û li cinayeta herî dawîyê hejmarek welatîyên iraqî kuştin.