Nîgeraniya Rêxistiya Netewên Yekgirtî li bara zêdebûna hejmara kuştiyan li Mûsilê
Rêxistiya Netewên Yekgirtî bilî diyarkirina nîgeraniya xwe li bara operasiyona azadkirina Mûsilê ragihand: Mifawergirtina ji kesên sivîl wekî mertala mirovî cinayeteke mezin e.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ferhan Heq cîgirê berdevkê sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li press konferansa roja îniyê ji zarê xanima Lîz Girande berpirsa hevahengiya alîkariyên mirovdostane yên vê saziyê li Iraqê ragihand ku hejmara kuştiyên xelkê sivîl li operasiyona azadkirina Mûsilê tişteke ecêb e û pêwîst e aliyên şêr li Mûsilê pêşiya kuştina xelkê sivîl bigirin.
Wî bal kişande ser giranbûna operasiyona azadkirina Mûsilê û hitimala kuştina zêde ya xelkê sivîl ê Iraqê li vî bajarî ji ber ku terorîstên DAIŞ`ê xelkê sivîl kirine mertala mirovî û ragihand; Ev karê terorîstan wekî cinayeteke mirovî ye û dijî qayde û qirarên mirovî û navnetewî ye; Lewma pêwîst e saziyên navnetewî li bara cinayetên wiha lêkolînê bikin û sebebkararan mehkûm bikin.
Hatiye ragihandin ku ji çaxê destpêbûna operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê heta niha zêde ji 280 hezar ji xelkê vê navçê aware bûne.
Hêzên iraqê meha bihûrî beşa rojhilatê ya Mûsilê azad kiribûn û niha jî li beşa rojavaya Mûsilê terorîstên DAIŞ`ê hatine dorpêçkirin û nêzîk e ku ew bitamî li Iraqê ji nav herin.